Agahî li ser me
Sefera me: ji xeyalek heta wazîfeya global
Ji sala 2022an ve me ji xwe re wazîfe kir ku bila hemû cîhan bikaribe cilên kurdî bikire. Bila hemû cîhan piştgirîya civaka me û kevneşopiya me bike. Avakera me Dilba, ku 26 salî ye, bi xwe xelkê bakûrê Kurdistanê ye. Ew her tim bi serbilindî çanda xwe diparast.
Wexta mezin bû dît ku li xwe kirina cil û bergên kurdî gelek kêm bû. Xwedîyêbûna kirasekî yan jî kemberekî dîyarîyekî mezin bû.
Sefera Dilba bi kirîna fîstanekî destpêkir. Ew fîstan li ser medyayê civakî ji welêt hate sîparîş kirin. Wexta li ser TikTokê parve kir gelek kesan ji derdora wê jî fîstanekî xwestin, bi taybet kesên ku ziman nezanîyan.
Ji ber vê yekê Dilba terzîyan pêşniyar kir û ji bo hevalan tercume kir.
Bi alîkarî destpêkir, lê xeyalek mezintir peyda bû: avakirina mekanek ku millet bi hêsanî dikare cil û bergên kurdî bikire. Ev fikir mezin bû û niha bu businessekî.
Îro em gelekî kêfxweş in ku em dibînin li seranserî cîhanê cil û bergên kurdî tên li xwe kirin. Karê me ji bo çanda xwe me serbilind dike. Em bi vê avayî him çanda xwe diparêzin him jî piştgirîya karkerên welêt dikin.
Bi rûpelek înstagramê destpêkir û niha dikana me yê online li cem we ye. Em gelek serbilind in ku hûn jî perçeyê vê seferê ne!